Tebax 05, 2020 07:29 Asia/Tehran
  • Amara nû ya kuştî û birîndarên ji ber teqînên li Beyrûtê

Li paytexta Lubnanê bajarê Beyrutê du teqinên mezin çêbûn û li gor agahiyan di encama teqînan de bi dehan kesan canê xwe ji dest dane û zêdeyî 3 hezar kesan jî birîndar bûn.

Li herêma peravên Beyrûtê du teqînên bihêz pêk hatin. Hate ratihandin ku di encama teqînê de bi dehan kesan canê xwe ji dest dane û bi hezaran kes jî birîndar bûne.

Li gor AFP teqîn li nêzîkî mala serokwezîrê berê yê Lubnanê Said Herîrî çêbûye. Li gor agahiyên destpêkê di teqîna ku nêzîkî mala Said Herîrî de ziyan gihişt xaniyê wî û gelek avahiyên derdorê.Hat destnîşankirin ku rewşa tendirustî ya Herîrê baş e.

Dengê teqînê li tevahî paytext hate bihîstin û di tqînê de avahiya hikûmetê jî ziyan dît.

Medyaya nêzîkî hizbulaha Lubnanê dibêje di encama teqînan de bi dehan kes bûne qurbanî û ziyaneke mezin a madî jî bûye.

Wezîrê Tendirustî yê Lubnanê Hemed Hesen jî diyar kir ku teqînek di depoyeke lîstokên agir de bûye û heta niha 50 kesan canê xwe ji dest dane û 3 hezar kes jî birîndar bûne.

Li cihê teqînan dûkelek mezin li asmanan bilind bûye.

Herêma peravê ya lê teqîn çêbûye 5 rojên dawî ji ber vîrusa koronayê, girtin, duh hate vekirin. Hêzên Ewlekariyê û artêşa Lubnanê ketine tevgerê, kesên li derdora cihê teqînê dûr xistin.

Hesan Diyab serokwezîrê Libnanê li pey vê bûyerê, îro anku Çarşemî li seranserî Libnanê Şîna Giştî ragihand.

Serepeyv