Tebax 04, 2020 22:52 Asia/Tehran
  • Teqîneke bihêz li Beyrûtê; Herîkêm 10 kes hatin kuştin / Şîna Giştî li Libnanê

Medyayan Sêşemiyê bi şev qala candana herîkêm 10 kesan di teqîna îro Sêşemiyê ya Beyrûta paytexta Libnanê kirin.

Berêvara îro teqîneke bihêz li bendergeha bajarê Beyrûtê qewimî.Rêveberê giştî yê Gumrika Libnanê ragihand ku madeya Nîtratê bûye sebeba teqînê.Li gorî rapora kanala El-Minarê, di vê teqînê da bi sedan kes jî birîndar bûne.Waliyê Beyrûtê ev teqîn wek "Karesata Neteweyî" da zanîn û ew bi teqîna Hîroşîmayê va qiyas kir.

Di vî halî da ajansa fermî ya nûçeyan a Libnanê ragihand ku hejmara birîndaran nayê zanîn.

Li gorî vê ajansê, komên libnanî hewil didin birîndarên vê teqînê rakin nexweşxaneyan.

Li gorî ragihandina medyayên libnanî, ziyaneke aborî ya giran li bendergeha Beyrûtê ketiye.

Hesan Diyab serokwezîrê Libnanê li pey vê bûyerê, sibe anku Çarşemî li seranserî Libnanê Şîna Giştî ragihand.

 

 

 

Serepeyv