Tebax 01, 2020 09:05 Asia/Tehran
  •  Bi dehan hezar Misilmanî nimêja Eyda Qurbanê li Mescida Eqsayê kir

Bi dehan hezar Misilmanî nimêja Eyda Qurbanê li Mescida Eqsayê ya li herêma Bajarê Kevn a li Qudsa Rojhilat ku ji hêla Îsraîlê dagîrkirî ye, kir.

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya AA'yê, Wê yekê balê kişand Filistîniyên ku di bin siya tedbîrên Kovîd-19ê da hildan Herema Şerîf, hewil dan ku bêmaske derbasî hundir nebin.

Bi dehan Misilmanên ku bi tîlaweta Qur'ana Kerîm û tekbîrên teşrîkê heta nimêja eydê li Mescida Eqsayê man, xutbeya eydê ku piştî nimêjê hat xwendin, guhdarî kirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Rêveberiya Weqfên Îslamî li Qudsê da hat ragihandin ku li Herema Şerîf zêdeyî 27 hezar Misilmanî nimêja eydê kirin.

 

 

Serepeyv