Gants careke din gef li Sûriye û Libnanê xwar
Tîrmeh 29, 2020 10:03 Asia/Tehran
Li pey rûdanên Duşem,iyê bi şev li sînorê erdên dagîrbûyî yên Filistînê digel Libnanê, Wezîrê şêrr ê Rêjîma Siyonîst gef xwar ku her operasiyonek ku ji nav axa Libnan û Sûriyê cih bê, dê tûşî bersiveke tund were.
Li gorî rapora ISNAyê ji zarê malpera El-Neşreyê, Benî Gants (Benny Gantz), Wezîrê şêrr ê Rêjîma Siyonîst îdia kir: "Komeke çekdar bi armanca derbelêdana li artêşê derbasî 'Israîlê' bû, lê artêşê bi awayekî profesiyonal bi vê komê ra rûbirû bû û hewil da ku tu ziyanek li çekdarên sînoran, 'welat' û hakimiyetê nekeve."
Wî destnîşan kir: Libnan û Sûriye berpirsê her cûre operasiyonekê ne ku ji axa wan dest pê bibe. Her karekî bikin, dê bersivê werbigirin. Ez aşkira dibêjim artêşa Israîlê jibo her bersivekê amade ye.