Hamas: Me pêşniyara 15 miliyar dolarî jibo jiçekkirina berxwedanê nepejirand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i318117-hamas_me_pêşniyara_15_miliyar_dolarî_jibo_jiçekkirina_berxwedanê_nepejirand
Serokê Ofîsa Siyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) aşkira kir ku vê tevgerê du mehan beriya niha pêşniyara pere ya bi qasî 15 miliyar dolarî di çarçova plana Danûstandina Sedsalê bi mebesta jiçekirina Berxwedanê red kiriye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 28, 2020 11:12 Asia/Tehran
  • Hamas: Me pêşniyara 15 miliyar dolarî jibo jiçekkirina berxwedanê nepejirand

Serokê Ofîsa Siyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) aşkira kir ku vê tevgerê du mehan beriya niha pêşniyara pere ya bi qasî 15 miliyar dolarî di çarçova plana Danûstandina Sedsalê bi mebesta jiçekirina Berxwedanê red kiriye.

Ismaîl Heniye, Serokê Ofîsa Siyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) di gotûbêja bi malpera Losîlê ra got ku di çarçova plana Trump a bi navê Danûstandina Sedsalê, 15

miliyar dolar bo Tevgera Hamasê bi mebesta cihanîna proje û planan li Zîvala Xezeyê pêkhatî ji çêkirina firokexane, bendergeh û hwd hat pêşniyarkirin, lê vê tevgerê nepejirand.