Tîrmeh 28, 2020 14:38 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Libnanê: Israîlê serweriya Libnanê binpê kir

Serokwezîrê Libnanê got ku Rêjîma Siyonîst careke din serweriya vî welatî û biryarnameya 1701ê ya NY binpê kiriye.

Artêşa Rêjîma Siyonîst roja borî anku Duşemiyê êrîşî ser bilindahiyên Keferşûba û zeviyên dagîrkirî yên Şeb'ayê kir.

Li gorî rapora kanala El-Meyadînê, Hesan Diyab, Serokwezîrê Libnanê îro Sêşemiyê di civîna Konseya Bilind a Berevaniyê ya vî welatî da got: Rêjîma Siyonîst kiryareke leşkerî ya bixeter pêk aniye û dil heye memûriyeta hêzên Unifel û rêzikên pevçûnê biguherîne.

Deyab derbarê rewşa sînorên Filistîna dagîrbûyî di rojên pêşber da jî hişyarî da.

Biryarnameya 1701ê ya Konseya Ewlehiya NY ku piştî bidawîhatina şerê 33 rojî ya Israîlê digel Libnanê di sala 2006an da hat dayîn û pesendkirin, Rêjîma Siyonîst ji kiryarên dijminane dijî Libnanê dûr dike, lê ev rêjîm bêyî berçavgirtina vê biryarnameyê berdewam qada asimanî, bejahî û deryayî ya Libnanê binpê dike.

 

Serepeyv