Hizbullaha Libnanê: Rêjîma Siyonîst ji tirsa Berxwedanê şepirze bûye
Hizbullaha Libnanê wek berteka li hemberî êrîşa Rêjîma Siyonîst ser başûrê Libnanê destnîşan kir: Rêjîma Siyonîst ji tirsa berteka hêzên Berxwedanê tûşî şepirzetiyê bûye.
Hizbullaha Libnanê îro Duşemiyê êrîşî ser bilindahiyên Keferşûba (Kfarchouba) yên Libnanê û zeviyên dagîrkirî yên Şebayê kir.
Piştî vê êrîşê hin medyayên Rêjîma Siyonîst ragihandin ku navbera şervanên Hizbullahê û çekdarên siyonîst li zeviyên Şebayê pevçûn derketiye.
Li gorî rapora Al Alamê, Hizbullaha Libnanê îro Duşemiyê bi daxuyaniyekê tevî derewzanîna îdiaya medyayên Siyonîst ragihand: Gotinên medyayên Rêjîma Siyonîst derbarê operasiyona ketina nav Filistîna dagîrbûyî û şehîd û birîndarbûna hêzên berxwedanê dûrî rastiyê ye û tenê hewildanek ji aliyê siyonîstan va jibo afirandina serketinên xeyalî û derew e.
Di daxuyaniya Hizbullahê da hatiye: Tirsû wehşeta artêşa Rêjîma dagîrker û bajaroknişînan li sînorên Libnanê û rewşa amadetî û nîgeraniya wan a giran ji berteka Berxwedanê li hemberî dijminan ji ber şehîdkirina şervanekî Hizbullahê bûye sebeb ku Rêjîma Siyonîst ji hêla medyayî û meydanî va tûşî kêşe û şepirzetiyê were.
Hizbullaha Libnanê destnîşan kir: Tu gulereşandinek ji aliyê hêzên berxwedanê va pêk nehatiye û gotinên Rêjîma Dagîrker bi ti awayî rast nînin û ev gulereşandin yekalî bûye.
Hizbullahê ragihand: Bersiva Berxwedanê li hemberî şehîdkirina şervanekî Hizbullahê û bombebarana îro ya malên welatiyên sivîl li gundê El Bihariyê li ser sînorê Libnanê teqil e û ev yek dê bêbersiv nemîne.