Hizbullaha Libnanê: Destdirêjiya firokeyên şêrr ên amerîkî ser balefirên Îranê kiryareke têrorîstî bû
Tîrmeh 25, 2020 09:22 Asia/Tehran
Hizbullaha Libnanê Îniyê bi şev bi daxuyaniyekê destdirêjya firokeyên şêrr ên amerîkî ser balefira rêwîhilgir a Îranê li asimanê Sûriyê şermezar kir û ew wek kiryareke têrorîstî da zanîn.
Li gorî rapora Fars Newsê, Hizbullaha Libnanê di vê daxuyaniyê da tevî şermezarkirina destdirêjya firokeyên şêrr ên amerîkî ser balefira rêwîhilgir a Îranê, daxwaza kiryara bilez a civaka navneteweyî li dijî destdirejkeriya Amerîkayê kir.
Wezîrê Tendurustiyê yê Libnanê jî Îniyê bi şev destdirêjya firokeyên şêrr ên amerîkî ser balefira rêwîhilgir a Îranê ku ber bi Libnanê va difiriya destdirêjiyeke aşkira da zanîn û li ser mafê Îranê yê gilîkirina li cem mehkmeyên navneteweyî pêgirî kir.