Tîrmeh 23, 2020 20:44 Asia/Tehran
  • Misir li hemberî dewleta Tirkiyê têkiliyên xwe bi Iraqê re xurt dike

Misir ji bo ku hêza Tirkiyê ya li Iraqê qels bike, kar û xebata xwe berfirehtir kir û ji pisporan xwest ku têkiliyên bi Kurdên li Sûriyê û Iraqê re baş bikin.

Li gorî El-Monitorê rûbirûbûna Misirê bi Tirkiyê re ne tenê li Lîbyayê heye, lê belê li Iraqê jî derdikeve hole. Artêşa Tirkiyê êrişî Herêma Kurdistanê kir, di vê derbarê de Iraqê ,Tirkiye tawanbar kir ku serweriya Iraqê binpê dike û rêzê ji pîvanên cîrantiyê re nagire.

Misirê ji nakokiyên Iraq-Tirkiyê sûd wergirt û ji bo xurtkirina têkiyên xwe yên bi Iraqê re kar û xebatên berfireh kir. Di vê çarçoveyê de, Qahîrê li dijî Tirkiyê piştgiriya têkiliyên dîplomatîk û siyasî yên bi Bexdayê re kir û Wezareta Karên Derve ya Misirê destwerdana leşkerî ya Tirkiyê ya di 19’ê Hezîrana derbasbûyî şermezar kir.

Wezareta Karên Derve ya Misirê 3’yê Tîrmehê sûcên Tirkiyê yên li dijî Iraqê şermezar kirin û da zanîn ku kiryarên wiha nayên qebûlkirin û gefan li ewlehî û aştiya her du herêman dixwe.

Li gorî  El-Monitorê Misir hewl dide bi Iraqê re lihevkirineke aborî çêke, di demekê de ku Bexdayê berjewendiyên bazirganiyê yên bi Tirkiyê re kêm dike û bi vê yekê bersiva destwerdana leşkerî ya Tirkiyê ji Herêma Kurdistanê re dide.

Her wiha Misirê hewldana zêdekirina hevkariya ewlehiyê û têkoşîna li dijî terorê li Iraqê dike, 24’ê Hezîranê wezîrê karên derve yê Iraqê ragihand ku welatê wî dixwaze diyalogên sêalî bi Misir û Urdunê re çêke û nîqaşa hevkariya li dijî terorê bike.

Mamosteyê zanistên siyasî yê li Zanîngeha Qahîrê Tariq Fehmî got: Misir bi rêya têkiliyên xwe yên bi Iraqê re hebûna Tirkiyê li Iraqê tengezar dike.

Serepeyv