Tîrmeh 16, 2020 17:08 Asia/Tehran
  • Urdinê biryara jihevxistina koma Îxwan El-Muslimîn da

Li gorî çavkaniyeke ji dozgeriya Urdinê, îro dozgeriyê biryara jihevxistina koma Îxwan El-Muslimîn a li welêt da.

Li gorî rapora Hawar Newsê, "Çavkaniya ku nexwest nasnameya xwe eşkere bike, ji AFP’ê re ragihand ku desteya qanûnî ya herî bilind li welêt biryar da ku koma Îxwan El-Muslîmîn were jihevxistin û nasnameya xwe ya qanûnî winda kiriye û rewşa xwe ya qanûnî li gorî qanûnên Urdinê sererast nekiriye.

Biryara duh hate dayîn piştî gilînameya komê ji Daîreya Erdan û Rûberan re pêşkêş kir û tê de daxwaza îbtalkirina veguhastina milkiyeta milkên ji komên Îxwan El-Muslimîn ên ku di aliyê hikum de hatine sekinandin, kirin.Hikumeta Urdinê koma Îxwanan wekî komeke neqanûnî dihesibîne, ji ber ku li gorî qanûna partiyan û komeleyan a 2014`an, ruxseteke nû nestandiye."

Serepeyv