Tîrmeh 15, 2020 21:34 Asia/Tehran
  • Parlementerên Fransayê ji bo naskirina dewleta Filîstinê bang kirin

Li Fransayê nêzî 100 parlementeran bang li serokkomarê vî welatî Emmanuel Macron kirin ku bila li hemberî plana Îlhaqê ya Rejîma Îsraîlê, dewleta Filîstinê bi fermî nas bikin.

100 parlementeran di rojnama Le Mondê de teksteke hevpar weşandin û gotin, “Em bang li 27 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê dikin ku bila dewleta Filîstinê bi fermî nas bikin.”

Dihat payin ku wê Rejîma Îsraîlê di 1’ê Tîrmehê de projeya xwe ya îlhaqê eşkere bikira, lê hate taloqkirin. Welatên Yekîtiya Ewropayê, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ereban jî li dijî plana Îlhaqê derketin.

Serokkomar Emmanuel Macron di 9’ê Tîrmehê de ji Serokwezîrê Rejîma Îsraîlê Benyamîn Netanyahû xwestibû ku bila dev ji projeya Îlqakê berde. Elmanya û Brîtanyayê jî heman helwest nîşan dabû. Li gorî parlementerên Fransayê divê zextên ser Rejîma Îsraîlê werin zêdekirin.

Rejîma Îsraîlê bi piştgiriya dewleta Amerîkayê dixebite li gor Plana bi navê Îlhaqê sedî 30 ji axa Filistîniyan a li qiraxa Rojava Çemê Urdonê bêxe ser erdên din ên dagîrbûyî ku navê Îsraîlê lê kirine.

Serepeyv