Şêx Neîm Qasim: Besîc yek ji destkevtên xuliqkarane yên Îmam Xumeynî ye
Sersekretedrê Hizbullah a Libnanê got: Besîc yek ji destkevtên xuliqkarane yên Îmam Xumeynî(re) ji bo sûdwergirtina ji hemû şiyanên xelkê ye.
Şêx Neîm Qasim, Sersekretedrê Hizbullah a Libnanê, di peyamekî de bi minasibeta Roja Besîcê got: Besîc yek ji destkevtên xuliqkarane yên Îmam Xumeynî(re) ji bo sûdwergirtina ji hemû şiyanên xelkê ye. Îmam Xamineyî piştgîrî dayê û Seyîd Hesen Nesrullah alîkariya xurtbûna wê li Libnanê kir. Fîdakariyên şervanan û malbata şerîf a Berxwedanê zav in lê eva berdêla izetekî ye ku em hemû li dû wê ne.
Sersekretedrê Hizbullah a Libnanê ji bilî ku pesna fîdakarî û rola ciwanên besîcî bona xweragiriya Berxwedanê da li ser dewama çalakiyên civakî û aborî li rex amadetiya ji bo berevaniya li hember dijmin siyonîst pêgîrî kir û Besîcê mînakek têkneçûyî da zanîn.