Netanyahû di yekem rûbirûbûna piştî hilbijartinê da têk çû
Tesrîn 18, 2026 18:10 Asia/Tehran
Parlimana Rejîma Sîyonîst bi dengê nûneran, “Mêtan Kahana” ji partîya “Yeşar”ê ya bi rêberîya Gadî Ayzênkot wek serokê nû yê Knessetê hilbijart.
Hilbijartina Kahana wek yekem rûbirûbûna giring a parlimenter di navbera du tevgerên hevrik da piştî hilbijartina 27ê Cotmehê tê hesibandin. Di vê hilbijartinê da, bloka dijbera Netanyahû karî pirranîya kursîyên Knessetê bi dest bixe û hevpeymana piştgirê Netanyahû jî bi bidestxistina 53 kursîyan, pirranîya xwe ya parlimenteran ji dest da. Xala giring di vê dengdanê da, piştgirîya partîyên ereb bo namzedîya Kahana bû. Bloka çar-partî bi rêberîya Ayzênkot 48 kursî di dest da ye û du partîyên ereb “Pêrista Hevpar” û “Raam” jî bi 19 kursîyan, piştgirîya xwe bo hilbijartina Kahana ragihandin.