Ayzênkot bo pêkanîna kabîneya Rejîma Siyonîst hat erkdarkirin
Serokê Rejîma Siyonîst "Îshaq Herzog" rawêjkarîyên xwe bi partîyan ra bi dawî anîn û ragihand: Ez ê pêkanîna kabîneya din bispêrim "Gadî Ayzênkot".
Ayzênkot ji sibê va, 28 rojan mecal heye ku bi partîyan ra ji bo pêkanîna kabîneyê li hev bike û derfeta dirêjkirina 14 rojan jî heye.
Ev di halekî da ye ku Benyamîn Netanyahû bo wergirtina nêrîna erê ya partîyên din û mana li ser kursîya serokwezîrîyê, daxwaza pêkanîna kabîneya yekitîyê kiribû, partîya Yaşarê bi serokatîya Ayzênkot; reqîbê hilbijartinê yê wî ev daxwaz red kir. Ji hêla din va, "Yaîr Golan" Serokê partîya demokratan a Rejîma Îsraîlê, guhertina kabîneya Netanyahû û pêkanîna "kabîneya guhertinê" daxwaz kir.Hevdem ligel axavtinên Ayzênkot, hejmarek nerazîyan li navenda Tel Avîvê dest bi nerazîtîyê kirin û guhertina kabîneya Netanyahû û pêkanîna kabîneyeke bi beşdarbûna partîyên ereb daxwaz kirin.