ARAMCO deyndar e
ARAMCO ji ber jordaçûna bihaya niftê ya li dû şêrr qazanc kiriye lê şêrr bi gefa li ser binesaziyên wê wisa lê kir ku ev zilkompaniya niftê ji bo xurtkirina xwe ya ji hêla pereyî ve, bi qasî 10 mîlyard Dolaran ji bankên cîhanî kirêdît werbigire.
Kompaniya ARAMCO ya Erebistanê nêzîkî wajokirina hevhatinekî li gel komek ji bankên navnetewî ji bo wergirtina kirêdîta bi qasî10 mîlyard Dolaran ve dibe; Karek ku di bin sîvana dewama şerrê Trump û xeterên ku gefê li hinardekirina niftê û binesaziyên enerjiyê yên navçê dixwe, bi armanca xurtkirina rewşa pereyî ya vê komapniyê tê kirin.
Bilûmbêrgê ji zatê çavkaniyên agehdar ji muzakireyan ragihand ku ev hevhatina ku çavlirê ye di hefteyên dahatî de bi beşdariya hejmarek ji bankên herî mezin ên cîhanê ji wan Banka Çîn, Cîtî Gûrûp û Koma Pereyî ya Mîtsobîşî UFG ya Japonê re were wajokirin. Vê ajansa amerîkî ya nûçeyan herwiha ragihand ku ARAMCO avahiya xwe ya sereke vala kiriye û ji hin karmendan xwestiye karên xwe ji malê ve bi rê ve bibin; Bixwe jî di rewşekî da ku xeterên ewlehiyê yên ku bi êrişan re peywendiya wan heye, didomin. Li ser hevhatina nû jî piştrastkirineke fermî nehatiye weşandin û berdevkê ARAMCO`yê û hejmarek ji bankên beşdarê vê hevhatinê di vî warî de ti tiştek negotine.