Rawestandina geştên “flydubai”yê ber bi Til Avîvê va berdewam e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i360828-rawestandina_geştên_flydubai_yê_ber_bi_til_avîvê_va_berdewam_e
Rojnameya sîyonîstî ya “Yediot Aharonot”ê nivîsî ku rawestandina geştên şirketa flydubaiyê ji û ber bi Til Avîvê heta dawîya Cotmehê hat dirêjkirin.
(last modified 2026-10-11T15:55:40+00:00 )
Çirî 11, 2026 19:25 Asia/Tehran
  • Rawestandina geştên “flydubai”yê ber bi Til Avîvê va berdewam e

Rojnameya sîyonîstî ya “Yediot Aharonot”ê nivîsî ku rawestandina geştên şirketa flydubaiyê ji û ber bi Til Avîvê heta dawîya Cotmehê hat dirêjkirin.

Şirketa geştên asimanî ya flydubaiyê vê dawiyê piştî bûyerekê ji bo balafirrekê ku ber bi Til Avîvê va diçû, geştên xwe ber bi erdên dagirkirî va rawestandin.

Balafirra Boeing 737 a flydubaiyê vê dawiyê di rêgeha Îmarat ber bi Til Avîvê va piştî pevçûna firokevanan, rêgeha xwe ber bi Erebistanê guherand û li balafirrgeha navneteweyî ya Tebûkê daket.

 

Rayedarên îmaratî ragihandine ku lêkolîn bi armanca zelalkirina şert û merc û armanca vê bûyerê didomin. Tevî vê yekê, Benyamîn Netanyahû Serokwezîrê Rejîma Siyonîst tevî berbiçavkirina aliyên ewlehîyê yên bûyerê ew wek êrişeke terorîstî ji hêla hin welatan va bi nav kir.