Êrişên tolhilderane yên Yemenê ser hin armancan li Erebistanê didomin
Çavkaniyên nûçeyan qala êrişên tolhilderane yên hêzên çekdar ên Yemenê ser hin armancan li Erebistana Siûdî kirin.
Hevdem ligel êrişên hêzên çekdar ên Yemenê ser hin armancan li Erebistana Siûdî, çend teqînên giran li Riyazê hatin bihîstin û hin wêne jî ji bilindbûna dûkel û elavên agir li hinek beşên vî bajarî hatine belavkirin.
Hin çavkaniyên nûçeyan jî qala armancgirtina tesîs û depoyên şîrketa neftê ya Aramco'yê li Riyazê kirine. Di dewama van êrişan da, çalakiya firînê ya Balafirrgeha Navdewletî ya Melik Xalidê jî rastî têkçûnê hat û hin rapor ji derengketin û betalkirina hin firînan hatine belavkirin. Hevdem Wezareta Karên Derve ya Yemenê ragihandiye ku dewama binpêkirina serwerî û qada asimanî ya vî welatî û êrişên ser paytexta Yemenê, dê bersiva beranber a hêzên yemenî bi xwe ra bîne. Wezareta Tenduristiyê ya Yemenê jî bi şermezarkirina êrişên ser navendên dermankirinê, tekez kiriye ku armancgirtina nexweşxane û saziyên tenduristiyê, binpêkirina qanûnên navdewletî û prensîbên mafên mirovdostane ye.