Êrişa Rejîma Siyonîst ser başûrê Libnanê
Çirî 03, 2026 14:11 Asia/Tehran
Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku artêşa Rejîma Siyonîst navçe û bajarokên Beyt Yahon, Mensûrî, Wadî Zebeqeyn û wadî Silûqiyê li başûrê Libnanê dane ber êrişên bi topan. Leşkerên dagirkir jî bi awayekî berfireh ber bi bajaroka Hedasayê û derdora bajaroka Bereişîtê gulle avêtin.
Topxaneya Rejîma Siyonîst herwiha çend caran bajaroka Mîs Cebelê daye ber gulleyan. Rejîma Sioyonîst ji 2`ê Adarê ve êrişeke berfireh ser Libnanê destpê kiriye ku di encamê de ji bilî ku hejmarek ji welatiyên libnanî şehîd û birîndar bûne, zêde ji yek mîlyon kes jî awared bûne û herwiha hin pişkên li başûrê vî welatî ketine destê vê rejîmê.