Berdewambûna êrişên hewayî u bi topan ên Rejîma Sîyonîst ser başûra Libnanê
Rejîma Sîyonîst êrişên hewayî u bi topan ên ser başûra Libnanê u dagirkerîyê didomîne.
Rejîma Sîyonîst di dewama êrişên ser Libnanê da, çend caran devera Wadî Zibqîn li başûra Libnanê da ber topan. Balafirên cengê yên Rejîma Sîyonîst jî bi awayekî hovane êrişî bajarokê Kefer Tibnîtê kirin. Çavkanîyên libnanî jî ragihandin ku balafirên cengê yên Rejîma Sîyonîst derdora bajarokê Hedasa`yê bombebaran kirin.
Herwiha navçeyeek di navbera herêmên Hedasa u Herîsê hat bobmebarankirin ku di encamê da zîyaneke giran li malekê ket.
Bajarokê Qenterê jî bû armanca êrişa balafirên cengê yên Rejîma Sîyonîst. Rejîma Sîyonîst ji 2yê Adarê va careka din dest bi êrişa ser Libnanê kirîye ku di encamê da bilî şehîdkirina hejmareke welatîyên libanî, zêde ji milyonek welatî jî aware bûne û hin navçeyên başûra Libnanê hela jî di bin dagirkerîya vê rejîmê da ne. Nêzî 3 mehan berî nika Libnanê u Rejîma Sîyonîst bi navbeynkarîya Amerîkayê Rêkevtinameya Çaçrovê wajo kirin, rêkevtinameya ku armanca wê bidawîhanîna şerê di navbera Rejîma Sîyonîst u Hizbullaha Libnanê da hatîye ragihandin. Di eynî demê da, hin rexne derheq wê rêkevtinameyê da hene ji wan nezelalbûna rewşa hiqûqî ya rêkevtinameyê û nebûna xişteya demê ji bo derktina hêzên sîyonîst.