9 şehîd û 40 birîndar di encama destdirêjiya siyonîstan ser Beqa ya Libnanê
Sibat 21, 2026 18:22 Asia/Tehran
Di encama destdirêjiya rejîma Siyonîst ser Beqaya li rojhilatê Libnanê heta niha herîkêm 9 kes şehîd bûne.
Qayîmeqamê bajarê Belbek`ê, Hermel, li Libnanê ragihand: Di encama êrişên rejîma Siyonîst ser Beqayê li rojhilatê Libnanê 9 welatiyên vî welatî şehîd bûn û 40 kesên din jî birîndar bûn. Nûnerê Hizbullaha Libnanê wek berteka li hember vê cinayetê got divê rayedarên Libnanê nêrîna xwe ji bo berevaniya ji welêt biguherînin.
Nûnerê Hizbullahê, Ramî Ebû Hemdan, wek berteka li hember êrişên berdewam ên rejîma Siyonîst ser Libnanê ragihand ku xwîna Libnaniyan ne kelûpelek erzan e û divê rayedar nêrîna xw ji bo berevniya welêt biguherînin.