Hizbullah: Tiştê ku dijmin di şêrr de nekarî bi dest bixe, em nadin wî
Parlemanterê Hizbullaha Libnanê li parlemana vî welatî ji ber kiryara berpirsên libnanî û paşguhkirina destdirêjiyên Rejîma Siyonîst ji hêla hin wezîran ve rexne kir.
Hisên Hac Hisen Serokê Fraksiyona Parlimanterên Belbek – Hermelê li parlemana Libnanê got: Libnan pabendî agirbesê bû lê dijminê siyonîst pabnedî wê nema. Her wiha Amerîkayê erkê xwe pêk nehanî belku yekem alî bû rêkeftin binpê kir û her wiha binpêkirina xalên rêkeftinê bi zexta ser Libnanê û neçarkirina wê bi raberkirina serpişkîyan berdewam dike.
Vî parlamenterê Libnanî rexne li kiryarên hin berpirsên Libnanî girt û got: Ew bêyî perspêktîv an stratejiyeke zelal li himber zext û daxwazên Amerîkayê serederîyê dikin û li şûna rawestana li ber Amerîkayê tenê bi siyaseteke neteweyî ya tam û tekûz bersiva wê didin.
Wî got: Rêya dayîn serpişkî û tawîzan ku dest pê kiriye dê bibe sedema serpişkiyên din ku bi dawî nebe.