Çile 19, 2026 16:52 Asia/Tehran
  •  Parlamenterê libnanî: Teslîmbûnê di ferhenga me de cihê xwe tineye

Parlimanterê Fraksiyona Emekdariya bo Berxwedanê li Parlemana Libnanê got: Hin kes li Libnanê hewl didin ku demê paşde vegerînin, lê teslîmbûnê di ferhenga me de cihê xwe tineye.

Hesen Fezlulah got: Di cih û şûna hêzê û ji ber dilnigeraniya ji bo welatê me, em dixwazin yekgirtî bimînin û her cure hewldanek ji bo pêkanîna nakokiyê di hundir an parvekirina federalîkirina welêt de red dikin. Hin kes li Libnanê wer dizanin ku zêdekirina zexta ser Rejîma Siyonîst dê me ji hundir ve lawaz bike. Vî parlamenterê Libnanî tekez kir: Ger Bereya Berxwedan nebûya, navçeya başûrê Libnanê yê hîn jî di bin dagirkeriya Rejîma Siyonîst de ba.Hevdem berpirsekî payebilind ê Hizbullaha Lubnanê derbarê dijberiya vê tevgerê li himber daxwaza Amerîkayê ji bo muzakireya rasterast agahî da û got ku Amerîka bi rêya navbeynkarên xwe yên rojavayî û ereb li dû muzakireya rasterast bi vê tevgerê ra ye.

 

Serepeyv