Hizbullaha Lubnanê: Dîplomasiya bêyî qawet feydeya xwe tine
Hizbullaha Lubnanê daxwazên yekalî yên hin hikûmetan ji bo derbasbûna nav qonaxa dudiyan a agirbesê di bin siya dewama destdirêjiyên Rejîma Siyonîst de red kir û tekez kir ku dîplomasiya bêyî qawet feydeya xwe tine.
Elî Feyaz endamê fraksiyona Emekdariya Berxwedanê li parlemenana Lubnanê, tekez kir ku her cure hewldana dîplomatîk an siyasî ji bo bidestxistina mafên neteweyî ger li gorî hêmanên qawert, istiqrarê nebe dê feydeya xwe tinebe .Feyaz diyar kir ku kiryarên cinayetkarane yên dijmin, ku ji biryar, peyman û qanûnên navneteweyî li Libnanê û li seranserê herêmê derbas bûne, careke din rewatiya berxwedanê piştrast dikin û hewcetiya bi wê kûrtir dikin, ji ber ku berxwedan mafê xwe yê xwezayî jibo berevaniyê û parastina mafên xwe di saya nebûna garantiyên alternatîv de bikar tîne. Wî destnîşan kir ku alternatîvên ku ketien rojevê tên wateya dev berdana ji Lubnanê û teslîmbûna li himberî dijmin e û çarenûsek karesatbar bi dû xwe re tîne.