Berdewambûna êrişên Rejîma Sîyonîst ser başûr u rojhilata Libnanê
Kanûn 26, 2025 18:18 Asia/Tehran
Çavkanîyên nûçeyan ragihandin ku Rejîma Sîyonîst di berdewamîya binpêkirina agirbesê da, îro careka din bi balafiran êrişî hin navçeyên başûr u rojhilata Libnanê kir.
Di berdewamîya êrişên Rejîma Sîyonîst ser Libnanê û binpêkirina agirbesê da, vê rejîmê êrişî başûr u rojhilata Libnanê kir. Medyaytên libnanî ragihandin ku artêşa Rejîma Sîyonîst bi xwofirrê jî êrişî herêma Şemîs li girikên Şebayê, Besîla u bajarokê Kefermilkî li nêzîkî Seyda li başûra Libnanê kir. Medyayên libanî herwiha ragihandin ku Rejîma Sîyonîst bi awayê hewayî êrişî navçeyên Cerud Hermel û Zexrînê li rojhilata Libnanê kir. Wêneyên ku ji hêla medyayên libnanî va hatine weşandin, nîşan didin ku bi dû wê êrişê, dûkeleke tîr rabûye esmanê cîyê bûyerê.