Kanûn 19, 2025 18:47 Asia/Tehran
  • Henzele xitabî Neftalî Bênêt : Temaşekirina pirpitîna te bi rastî xweş û balkêş e

Serê axir wî qebûl kir ku beşek ji agahiyên wî yên kesane li nav torên civakî dest bi dest digerin. Mesele ji wir dest pê kir koma saybêrî ya Henzeleyê ji hafizeya telefona kesane ya Serokwezîrê berê yê Rejîma Siyonîst, Neftalî Bênêt, agahî belav kirin.

Mijara ku bû wekî nûçeya herî giring a şebekeyên Rejîma Siyonîst. Nivîsgeha Benêt ev nûçe red kir, lê durust piştî çend deqeyan Henzele 141 rûpelên hejmarên telefonê yên deftera telefona wî weşand. Nûçegihanê Kanala 11 a Rejîma siyonîst derbarê agahiyên weşandî gotiye: Mer - Hejmara telefona rêber û kesayetên ewlehiyê yên payebilind ên berê yên têkildarî Mosad û Şabakê nameyên kesane yên bi şêwirmendên wî yên herî nêzîk û peyamên pir hesas û nepenî jî di nav wan de tên dîtin. Lê Bênêt dîsa jî ev neda istûyê xwe û Henzele 900 rûpelên din ên peyamên wî yên nepenî weşand. Jin- Ew êvarê daxuyaniyekê dide û dibêje ku telefon nehatiye hekkirin lê paşê wêne tên belavkirin ew ji aliyê kesekî ku biryar e baş cîhana teknolojiya haytîk û ewlehiya saybêrî nas bike û li ser wê şareza be. Neftali Benêt ji helwesta xwe ya berê hinekî paşde vekişya û ragihand ku Telegrama wî hatiye hekirin, lê telefona wî nehatiye hekkirin . Henzele vê dawiyê 200 hezar peyamên din ên kesane yên Neftalî Bênêt weşand û gotiye ku temaşekirina pirpitîna wî gelekî xweş û balêkêş e. Koma saybêrî ya Henzelê berbuhuriya hekkirina binesaziyên ewlehî û binesaziya leşkerî ya Siyonîst heye.

Serepeyv