Hizbullah: Di sekinîna himber proja amerîkî-sîyonîstî da em ê şikê nedin xwe
Kanûn 08, 2025 15:34 Asia/Tehran
Parlimanterê Hizbullaha Libnanê li parlimana vî welatî pêgirî kir ku ev tevgera bi hemî emrazên heyî welêt diparêze û yê di sekinîna himber proja amerîkî-sîyonîstî da jî şikê nedin xwe.
Hisên Ceşî parlimanterê payebilind ê Fraksyona Wefadarîya bo Berxwedanê li parlimana Libnanê derbara alugurên vê dawîyê yên vî welatî da got ku Waşîngton zorê dide ser Libnanê ji bo ku alîkarîyê bide Rejîma Sîyonîst ku wî tiştî bi dest bixe ku di şêrr da nekarî bi dest bixe.
Vî parlimanterê Hizbullaha Libnanê herwiha got: Amerîkî gellek zorê didin ser dewleta Libnanê ji bo ku ev welata himber proja amerîkî- sîyonîstî teslîm bibe û Waşîngton di halekî da wan zextaan bi kar tîne ku idia dike alîyekî navbeynkar u muzakireker e.