Kanûn 05, 2025 18:30 Asia/Tehran
  • Şêx Ne`îm Qasim: Hizbullah yê himber destdirêjîya Rejîma Sîyonîst bisekine

Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê amajeyî destdirêjîyên berdewam ên Rejîma Sîyonîst ser başûra Libnanê kir u got: Libnan pêrgî destdirêjîya zêdexwazane u bi taluke ya Rejîma Sîyonîst bûye, lê ev welata bi hemî emraz u şêwazan himber wê radiweste.

Şêx Ne`îm Qasim got ku êrişên berfire ser Hizbullahê nîşan didin ku ev bere u tevgera bibandor e û ev zexta jî vîn u şîyana wê zêde dikin.

Şêx Ne`îm Qasim Hizbullah cemsereke netewî zanî ku karîye ku hêz u alîyên curbicur kom bike û beşeke ``berxwedana berfire`` be.

Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê Rejîma Sîyonîst tawanbar kir ku bi merema dagirkerîya bere bere destdirêjîyan dike û diyar kir ku rêkxistina kar u barên navxweyî yên Libnanê ti têkilîyek bi Amerîkayê u Rejîma Sîyonît ra tineye.

Qasim pêgirî kir ku mijara çeka di destê Bereya Berxwedanê da u sitratejîya berevanîyê ya Libnanê babetên navxweyî ne, ne têkildarî bîyanîyan in. Wî herwiha got ku Amerîka u Rejîma Sîyonîst bi dû jiholêrakirina Hizbullahê ne, lê ev tevgera yê paşda neçe û berevanîya xwe bike. 

Serepeyv