Mijdar 28, 2025 18:15 Asia/Tehran
  • Rejîma Sîyonîst bi topan êrişî başûra Libnanê kir

Artêşa Rejîma Sîyonîst bi 3 hawan u topan êrişî başûra Libnanê kir.

Artêşa Rejîma Sîyonîst herêma di navbera bajarokên Eyteron u Belîdayê de li başûra Libnanê, da ber topan. Tev îagirbesa di navbera Beyrût u Tel Avîvê da, Rejîma Sîyonîst hema bêje her roj êrişî navçeyên curbicur ên Libnanê dike. 

Rêxistina Efûyê ya Navdewletî jî ragihandîye ku tevî agirbesê, Rejîma Sîyonîst jînosaydê li Zîvala Xezzeyê didomîne û pêgirî kir: Rejîma Sîyonîst enqest filistînîyên Zîvala Xezzeyê dixe rewşekê da ku bi merema jinavbirina fîzîkî ya wan hatîye darêştin. Di vê daxûyanîyê da hatîye: Rayedarên sîyonîst bi sînordakirina bidestxistina alîkarîyên mirovdostane û xizmetên berayî, sîyasetên hovane li Xezzeyê didomînin. 

Serepeyv