Êrişa artêşa siyonîst bi guleyên fosforê ser başûrê Libnanê
Hêzên artêşa Siyonîst îro bi guleyên fosfora spî deverên sînorî navbera bajarên Yaron û Remîşê dan ber êrişan.
Ev êriş bû sedema şewata berfireh li erdên çandiniyê û zirar da hejmarek xanîyên xelkê. Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY berdewamiya êrişan û bikaranîna çekên qedexe rexne kir û ragihand ku ji dema ragehandina agirbes li başûrê Libnanê ve herî kêm 127 sivîl şehîd bûne û bi dehan kesên din jî birîndar bûne.
Di dewama binpêkirina agirbesê li Xezzeyê de, çavkaniyên herêmî derbarê şehîdbûna Ebdul Reûf Aştiye, têkoşerê filistînî di encama pevçûna çekdarî ya şeva buhurî li rojhilatê Nablosê bi hêzên dagirker re agahî dan.
Bi dû êrişên dagirkerên siyonîst, 7 filistînî jî li rojhilatê Xan Yûnisê şehîd bûne. Çavkaniyên filistînî ragihandin ku cenazeyên 14 şehîdên din ji nav kavilên li Xezzeyê hatine derxistin. Hejmara şehîdên li Xezzeyê ji destpêka şer di 7ê Cotmeha 2023an de gihîştiye 69 hezar û 775 şehîdan û hejmara birîndaran jî rabûye 170 hezar û 965 kesan.