Ensarullaha Yemenê hişyarî da Erebistana Siûdî
Tevgera Ensarullaha Yemenê hişyarî da Welîehdê Siûdî û ragehand ku nabe Riyaz bibe amûrê destê planên Amerîka û Rejîma Siyonîst.
Ebdullah Neîmî, endamê polîtboroya Tevgera Ensarullaha Yemenê, derbarê encamên ketina nav şerekî nû li Yemenê hişyarî da Welîehdê Erebistanê û ragihand ku her cure kiryareke leşkerî ya nû dê rastî işkestê were û nabe Riyaz bibe amûrê planên Amerîka û Siyonîstan. Vî endamê Tevgera Ensarullaha Yemenê xitabî Mihemed bin Selman got ku ezmûna heşt salên buhurî yên şer nîşan da ku destwerdana leşkerî li Yemenê encamên leşkerî tune. Wî di notek li ser tora civakî ya X`ê de nivîsî: Mihemed bin Selman şerek da destpêkirin ku ji hêla Amerîka, Rejîma Siyonîst û hin welatên Ereb ve hate piştgirîkirin. Wê demê, Yemen heta mûşkeke xwe jî tinebû; îro, heman alîgirên wî amade ne ku Erebistanê dîsa bixin nava şêr de.