Mijdar 22, 2025 19:11 Asia/Tehran
  • Destpêbûna pêla giran a êrişên hewayî yên Rejîma Siyonîst ser Libnanê

Çavkaniyên nûçeyan derbarê êrişên giran ên Rejîma Siyonîst ser hin navçeyên başûrê Libnanê, Nebetiyê û Beqa ya rojhilat agahî dan.

Rejîma Siyonîst îro di berdewamiya binpêkirina agirbesa bi Libnanê re, herêma Mehmûdiyê li başûrê Libnanê da ber êrişan.

Balafirên şer ên rejîma dagirkerê Qudsê navçeya di navbera Mehmûdiye, Eyşiye û Cermeqê li başûrê Libnanê de bombebaran kirin.

Çiyayê Refî jî ket ber êrişa balafirên şer ên Rejîma siyonîst .

Balafirên şer ên Rejîma Siyonîst her wiha herêma xelknişîn a Şemstar li Beqa ya rojhilat, bilindahiyên herêma Cebûr û Çiyayê Safî, derdora Kefer Hemamê li başûrê Libnanê û bilindahiyên herêma Secdê li başûrê Libnanê bombebaran kirin.

Serepeyv