Rejîma Sîyonîst êrişî başûra Libnanê kir
Di encama êrişa Rejîma Sîyonîst ser kempa Eyn ul Helweyê da li başûra Libnanê 15 kes hatin şehîdkirin u çend kes jî hatin birîndarkirin.
Rejîma Sîyonîst di dewama binpêkirina agirbesa li Libnanê da bi xwofirrê êrişî Kempa Eyn ul Helweyê li başûra vî welatî wek sitara awareyên filistînî kir ku di encamê da 15 kes hatin şehîdkirin u çend kes jî hatin birîndarkirin.
Artêşa Rejîma Sîyonîst di daxûyanîyekê da idia kirîye ku armanc ji vê êrişê, endamên Tevgera Hemasê yên di halê rahênanê li Komavahîya Perwerdê ya Eyn ul Helweyê bûne. Eva di halekî da ye ku Tevgera Hemasê ev idiaya ret kirîye u ragihandîye ku armanca êrişê meydana werzişê bûye ku niştecihên kempê bi kar dihanîn. Hemasê tevî şermezarkirina vê êrişê pêgirî kirîye ku vê tevgerê ti cî u binesazîyeke rahênanê li kempên awareyan ên li Libnanê tineye.
Di dewama daxûyanîya Hemasê da hatîye ku ev destdirêjîya Rejîma Sîyonîst êrişa hovane ser gelê bêberevan ê Filistînê u binpêkirina serwerîya Libnanê ye. Rejîma Sîyonîst herwiha vê sibê bi xwofirrê êrişî otobusekê kir ku ji ber dibistanekê ra derbas dibû ku di encamê da çend xwendekar u ajokarê otobusê hatin birîndarkirin. Ji destpêka bicihanîna rêkevtinameya agirbesê va li Libnanê ji 27ê Mijdara 2024ê va heta nika, ev agirbesa zêde ji 6 hezar carî ji hêla Rejîma Sîyonîst va hatîye binpêkirin. Di encama destdirêjîyên hanê da heta nika zêde ji 300 kes hatine şehîdkirin u zêde ji 600 kes jî birîndar bûne û zîyaneke giran li başûra Libnanê ketîye.