Mijdar 13, 2025 18:22 Asia/Tehran

Parlimanterên libnanî derheq xeysetê zêdexwazîyê yê Rejîma Sîyonîst li navçeyê hişyarî danu ragihandin ku planên amerîkî u sîyonîstî ne tenê gefek dijî Libnanê belkî li hemberî hemî navçeyê ne.

Elî Miqdad Parlimanterê Fraksyona Hizbullahê li parlimana Libnanê di hevpeyvînekê da got: Em bi biryareke amerîkî- israyîlî re rûbirû ne ku netenê başpra Libnanê, belku hemî navçe wek armanc daye ber xwe. 

Nezîh Meta parlimanterê Fraksyona Partîya Hêzên Libnanî jî got: Divê artêşa Libnanê berpirsê parastina welêt be. 

Endamekî Fraksyona Wefadarîya bo Berxwedanê li parlimana Libnanê jî amajeyî vê yekê kir ku muzakirekirin u asayîkirina peywendîyan tev Rejîma Sîyonîst a dijmin ti cîgehek di çand u hizra Bereya Berxwedanê da tineye u pêgirî kir ku hin kes li vî welatî ji amerîkîyan amerîkîtir in.

Elî Miqdad tevî neyartîya hibmer her cure muzakireya tev Rejîma Sîyonîst got ku mercên rêçareya bingehîn ev in; vekişîna Rejîma Sîyonîst ji erdên dagirbûyî yên Libnanê, azadkirina êxsîran, destpêkirina jinûveavakirinê û sekidandina destdirêjîyan.

Miqdad ji ber kesên ku dixwazin bi Rejîma Sîyonîst ra muzakire were kirin, rexne kir u pêgirî kir: Em çawan dikarin basa muzakirê bikin di halekî da ku Rejîma SÎyonîst ti mercekî di rêkevtinameyê da pêk nehanîye?

Rojnama Al Akhbar çapa Libnanê jî dîyar ku Sekreterê Giştî yê Hizbullahê dost u dijmin derbara êrişên Rejîma Sîyonîst bi awayekî berayî hişyar kirîye û nivîsî: Bereya Berxwedanê sitratejîya nezelalbûnê girtîye ber xwe u amadebûna xwe ji bo şerê dihmber Rejîma Sîyonîst ragihand. 

Serepeyv