Nûnerê Hizbullahê: Hikûmeta Libnanê qet naxweze welatê xwe li hember dijmin biparêze
Mijdar 10, 2025 19:40 Asia/Tehran
Nûnerê Hizbullahê li Parlaimana Libnanê got ku hikûmeta vî welatî ti daxwaz û planek ji bo rûbirûbûna bi dijminê siyonîst re tune.
Hesen Fezlulah, endamê firaksiyona Dilsoziya Berxwedanê ya girêdayî Hizbullahê li Parlimana Libnanê, ragihand ku Libnan niha bi pirsgirêkên wisan re rû bi rû ye ku yên herî girîng êrîşkariya rejîma Siyonîst, ji nû ve avakirina deverên ku ji ber êrîşên rejîmê zirar dîtine û rewşa navxweyî ne. Hesen Fezlulah diyar kir: Libnan niha bi du bijardeyan re rû bi rû ye, yan mirin û şer, yan jî teslîmbûn. Her çend em şerxwaz nînin, lê gelê me yê dilsoz û serbilind di ti şert û mercan de nikare teslîmbûna li hember dijminekî re qebûl bike ku her rojê zarokên me li deverên sivîl bi êrîşan şehîd dike.