Artêşa Rejîma Siyonîst carin ket nav başûrê Sûriyê
Çavkaniyên nûçeyan ên Sûriyê îro ragihandin ku leşkerên Rejîma Siyonîst dîsan ketin navçeya Ecrefê li derdora Quneyterê ku ketîye başûrê Sûriyê.
Li gorî raporên medyayayên ereb, hêzên rejîma dagirker a siyonîst cardinê bo êrişên nû ser deverên cûrbecûr ên derdora Quneyterê peymana agirbesê ya bi hikûmeta demkî ya Colanî re binpê kirin, di halekî de ku hikûmeta demkî ya Sûriyê dîsa jî li hember vê destdirêjiyê bêdeng maye.
Ajansa Nûçeyan a Sûriyê (SANA) jî ragihand ku neh wesayîtên leşkerî yên artêşa siyonîst ji xala leşkerî ya Hemîdiyê bi rê ketin û piştî derbasbûna ji bajarokê Huriyê û gundê Ofanyayê ber bi Tel Ehmerê ve bi pêşde çûn û komeke din a hêzên dagirker ên siyonîst jî bi çar wesayîtên leşkerî ji xala Burc li bajarê wêranbûyî yê Quneyterê ber bi rojavayê gundê Semdaniye Xerbiyê ve çûn û xaleke kontrolê ya leşkerî danîn.