Cotmeh 22, 2025 19:10 Asia/Tehran
  • Hizbullah: Libnan tu muzakireyekê bi siyonîstan re nake

Nûnerekî Hizbullahê got ku muzakireya rasterast an nerasterast di rojeva Libnanê de nîne û rejîma dagirker qet bala xwe nade ser komîteya çavdêrê pêkanîna agirbesê jî.

Raid Bero wek berteka li hember gotinên vê dawiyê yên Nebih Bêrri derheq redkirina her cure muzakireya bi rejîma siyonîst re got: Meseleya muzakireya bi rejîma Siyonîst re di rojevê de nîne. Ev rejîm tam ji Biryarnameya 1701`ê û rêbaza agirbesê û her weha komîteya Mekanîzmê ku şandiyê Amerîkayê, xalên nû lê zêde kiriye, dûr ketiye. Vî nûnerê Hizbullahê tekez kir: Komîteya Mekanîzmê tam zelal û eşkere ye û belgeya şandiyê Amerîkayê ku hikûmeta Libnanê ew qebûl kir, mijara girtiyên libnanî û vekişîna rejîma Siyonîst ji axa Libnanê digre ber xwe lê rejîma Siyonîst pabendî tu rêkevtinekê nîne.

Serepeyv