Êrişên hewayî yên Pakistanê ser parêzgeha Qendhara Efxanistanê
Cotmeh 12, 2025 19:11 Asia/Tehran
Naveçeyek sînorî li parêzgeha Qendehara Efxanistanê bû hedefa êrişên hewayî yên artêşa Pakistanê.
Medyaya herêmî ya Efxanistanê derbarê êrişên bi hawanan a sînorparêzên pakistanî ser navçeyên sînorî yên parêzgehên Pektiya û Pektîkayê agahî dabûn. Karbidestên herêmî gotin ku di encama van êrişan de sivîlek hatiye kuştin. Ev êriş piştî pevçûnên giran ên şeva borî navbera sînorparêzên efxan û pakistanî li heft parêzgehên sînorî yên Efxanistan û Pakistanê pêk hatine. Artêşa Pakistanê di daxuyaniyekê de piştrast kir ku şeva borî 23 leşkerên wê di encama pevçûnên sînorî de hatine kuştin.