Cotmeh 12, 2025 19:06 Asia/Tehran
  • Hişyariya Yemenê bo Rejîma Siyonîst ger agirbesê binpê bike

Endamê polîtburoya Ensarullaha Yemenê derbarê binpêkirina agirbesê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve bi tundî hişyarî da.

Hezam Esed got: Ger Rejîma Siyonîst pabendî peymana agirbesê li Xezzeyê bibe, Ensarullah dê êrişên xwe rawestîne, lê ger peymana agirbesê li Xezzeyê binpê bike, Ensarullah dê êrişên xwe hîna girantir bike. Ebdulmelîk Hûsî, Rêberê Ensarullaha Yemenê, fermana rawestandina êrişên ser Rejîma Siyonîst û keştiyên vê rejîmê li deryaya sor û kendava Edenê daye.

Van çavkaniyan diyar kiribûn ku rêberê Ensarullaha Yemenê destnîşan kiriye ku rawestandina êrişan bi pabendbûna dagirkerên Siyonîst bi peymana agirbesê ya li Xezzeyê ve girêdayî ye û got ku ew kom di halê çavdêriya  ser muzakirên li Xezzeyê ye.

Serepeyv