Hizbullah:Kesên ku behsa bêçekkirinê dikin, divê pêşiya destdirêjiyên siyonîstan bigrin
Parlimanterê payebilind ê Hizbullaha Lubnanê got: Kesên ku behsa jiçekkirina Bereya Berxwedanê dikin, ewilî divê pêşiya destdirêjiyên siyonîstan ser vî welatî bigrin.
Hesen Fezlullah got ku bereya berxwedanê erkê xwe di warê azadkirin û parastina Lubnanê de pêk anî û piştî şêrr, Newaf Selam Serokwezîrê vî welatî ragihand ku ew ê berpirsiyariya parastina welêt bigire istûyê xwe û îro ku nekarî vê berpirsiyariyê cih bîne divê derbarê lawazbûna xwe da mukir were.
Vî parlimanterê fraksiyona Emekdariya Bo Berxwedanê li parlemana Lubnanê got ku di rewşa ku Rejîma Siyonîst destdirêjiyên xwe ser Lubnanê didomîne û ji bo êrişeke berfirehtir amade dibe hin kes di hundirê Lubnanê de banga bêçekkirina bereya berxwedanê dikin. Kesên ku di vê rewşê de behsa bêçekkirinê dikin, divê şerm bikin.