Sersekreterê Hizbullahê tevî hişyariîdayîna derbarê projeya Îsraîla Mezin, plana Trump gellek bitaluke zanî
Sersekreterê Hizbullaha Lubnanê got: Rejîma Siyonîst ji bo pêkanîna projeya bi navê Îsraîla Mezin hewil dide û Amerîka tam piştgiriyê dide wê.
Şêx Neîm Qasim, di axaftina xwe bi boneya şehadeta Şêx Nebîl Qawuq û Seyîd Suhêyl Husêynî, ji kesayetên binavûdeng ên berxwedana Îslamî ya Lubnanê de, got ku dema dijmin, Îran û berxwedana Îslamî, heq û Filistînê dikin armanc,nîşan dide ku hemû di ber êrişa dijmin de ne lewma divê her kes berpirsiyariya ku dikare bigire ser xwe û wê cih bîne. Sersekreterê Hizbullaha Lubnanê got: Tiştê em di du salên borî de li Xezzeyê dibînin beşeke cudanebûyî ji projeya Îsraîla Mezin e û her tişt li navçeyê bi hev ve girêdayî ye. Wî got ku Trump ji bo Xezzeyê planek bi navê plana aştiyê xistiye rojevê. Bi rastî ev plan tijî xeter e. Sersekreterê Hizbullaha Lubnanê got ku Rejîma Siyonîst dê tu carî nekaribe tiştê ku di şêrr de ji filistîniyan bi dest bixe di siyasetê de bi dest xist.