Cotmeh 01, 2025 16:50 Asia/Tehran
  • Serokê Konseya Kargêrr a Hizbullahê: Bereya Berxwedanê xurt e û dê çeka xwe radest neke

Serokê Konseya Kargêrr a Hizbullaha Libnanê got ku Bereya Berxwedanê roja îro tevî jidestdayîna diltezîn a rêvebirên xwe u fidakarîyên mezin ên gelê me, di şert u merc u rewşeke asayî da ye.

Şêx Elî De`mûş di axavtineek bi boneya salvegera şehîdbûna Seyîd Hesen Nesrullah u Şêx Sefyeddîn da li komavahîya Seyid ul Şoheda li Beyrûtê ragihand: Em karê xwe hêd u bi awayekî asayî pêş da dibin, dezgehên tenduristî, perwerdeyî, civakî, medyayî û civakî yên me karê xwe bi awayekî bibandor dikin, amadebûna me ya sîyasî baş e û çîyan u amadebûna me ya cîhdî di asteke bilind da ye.

Şêx Elî De`mûş herwiha got: Amerîkîyan, sîyonîstan u hevpeymannê wan ên li hundurê welêt fikir dikirin ku Bereya Berxwedanê lawaz bûye û ev yek bûye derfetek ji bo wan ta ku ewê bereyê ji navbibin an neçar bikin ku çeka xwe radest bike, lê ji xurtbûna me matmayî bûne û zêdetir ji vê yekê ji ber pabendbûna gelê me bi çeka di destê Bereya Berxwedanê matmayî bûne.

Serepeyv