Îlon 21, 2025 18:15 Asia/Tehran

Hevgavê dewama cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzê, xwenîşandanên berfireh ên dijî Siyonîstan li hin welatên Ereb û para zêde ya welatên ewrûpî hîna jî berdewam in.

Li bajarê Rotêrdam ê Holendê, çalakvan li ber stadiyoma Nêptanosê, wek nerizamendiya li hember beşdarbûna Rejîma Siyonîst li pêşbirkên Bêysbolê yên Kapa Netewên Ewrûpayê, xwenîşandan li dar xistin û berî destpêbûna lîstika destpêkê ya di navbera Firansayê û Rejîma Siyonîst de, rêya temaşevanan girêdan. Xwenîşander daxwaza qedexekirina beşdariya tîmên Rejîma Siyonîst di pêşbirkên navnetewî yên werzişî kirin. Di eynî demê de Strav Hand, Parlimanterê Meclisa Holendê, ji ber ku cil û bergek bi alaya Filistînê li ber xwe kiribû, ji hêla serokê Meclisê ve ji Parlimanê hat derxistin, lê piştî ku cil û bergê xwe bi cilek bi şiklê Zebeşê re ku sembola Berxwedana Filistînê ye, guhert, vegeriya civînê. 

Parîs a paytexta Firansayê jî bû şahidê xwenîşandanekê ku têde daxwaza bidawîanîna demlidest a şerrê jînosaydê ya li Xezzê hat kirin. Beşdarê vê xwenîşandanê kuştinên berdewam ên xelkê û birsîhîştina sivîlan ji aliyê dagirkiran ve şermezar kirin. Xwenîşanderên li Yûnanê jî bi rakirina alaya Filistînê li ber avahiya Parlimana vî welatî xwenîşandan li dar xistin û bi piştgîriya ji kompapora cîhanî ya Xweragiriyê, daxwaza bidawîanîna şêrr û raberkirina alîkariyan bo xelkê Filistînê kirin. Li welatên Poloniya, Swêd, Bosnî, Merakêş û Tûnisê xwenîşandanên dijî siyonîstan li dar xistin û ji civaka navnetewî xwestin ji bo sekinandina cinayetên dijî sivîlan li Xezzê, kiryarên lezgîn pêk bînin.

Serepeyv