Îlon 11, 2025 18:22 Asia/Tehran
  • Redkirina îdiaya Colanî derbarê hebûna Hizbullahê li Sûriyê

Hizbullahê di bersiva îdiaya hikûmeta Colanî derbarê hebûna hizbullahê li Sûriyê tekez kir ku wan li axa Sûriyê ti hebûn an çalakiyek tuneye.

Hizbullahê di daxuyaniyekê de, ragihand ku ew  tometên hikûmeta Colanî li Sûriyê  derheq girêdayîbûna endamên  girtî li  rojavayê Şamê bi Hizbullahê ve  tam red dike û  ragihand ku ev îdia tam bê bingeh in.

Hizbullahê, bal kişand  ser  bêdengiya hikûmeta Colanî li hember êrişên rejîma Siyonîst  ser axa Sûriyê û got wekî ku me berê tekez kir, Hizbullahê li  axa Sûriyê ti hebûn an çalakiyek  tune. Di vê daxuyaniyê de hatiye: Em ser pabendbûna xwe ser aramiya Sûriyê û ewlehiya xelkê wê tekez dikin û bê guman, em êrişa Rejîma Siyonîst ser axa Sûriyê jî şermezar dikin.

Serepeyv