Wezîrê Libnanî: Plana bêçekkirinê ya Amerîkayê ye
Îlon 05, 2025 18:26 Asia/Tehran
Wezîrê Kar ê Libnanê ku terka civîna kabîneyê ya têkildarî bêçekirina berxwedanê daye got ku ev plan ya Amerîkayê ye û gel û komên berxwedana Libnanê dê li gorî encamên vê civînê biryarê bidin.
Mihemed Heyder, Wezîrê Kar ê Libnanê got ku derketina wezîrên girêdayî berxwedana Libnanê ji civîna kabîneyê bona redkirina behsa li ser belgeya amerîkî di kabîneyê de ye.
Mihemed Heyder her wiha got: Em ê li bendê bimînin ka di civînê de çi diqewime û paşê em ê biryarê bidin û her biryara ku bêyî wekîlên komên berxwedana Libnanê were dayîn, neqanûnî ye.
Rekan Nasiredîn û Mihemed Heyder ev du wezîr bûn ku ji hola sereke ya qesra serokkomartiyê ku civîn lê hatibû lidarxistin, derketin û çûn hola li rex wê.