Tebax 11, 2025 19:06 Asia/Tehran

Parlimanterekî binavbang ê Parlimana Libnanê amajeyî dijminatiya hertimî ya Rejîma Siyonîst bi Libnanê re kir û pêgîrî kir ku biryara hikûmetê ji bo jiçekirina Berxwedanê, karek bilez û diyariyeka belaş ji bo siyonîstan e

Wek dewama bertekên kesayet û parlimanterên libnanî li hember biryara neberpirsane û ne netewî ya hikûmeta vî welatî ji bo jiçekirina Berxwedanê, Eyûb Hemîd, parlimanterê libnanî ser bi Tevgera Emelê ragihand: Ev qonaxa dîroka Libnanê pişkek ji bernameyên Siyonîstan û sermayedanîna cîhanî ye.

Eyûb Hemîd got: Timakariyên dijminê Siyonîst bi kuştin û kawilkirinê re sînordar nabe, belke di çarçoveya hewldana ji bo dagîrkirina erd û warên nû ye ku di wan de bajarokên siyonîstnişîn çêbikin.

Vî parlimanterê Parlimana Libnanê di dewamê de amajeyî biryara nenetewî ya hikûmeta Libnanê ji bo jiçekirina Hizbullahê kir û got: Ev biryara tê wateya diyariyeka belaş ji bo dijminê Siyonîst û di rewşekî de hatiye dayîn ku siyonîst bi rûsortiyê operasiyonên xwe yên terorîstî berdewam dikin û destdirêjiyên di hemû astan de giran kirine. Hikûmeta Libnanê bi serokatiya Nuwaf Selam, serokwezîrê vî welatî, di civîna xwe ya hefteya buhurî de, artêşa vî welatî erkdar kir ku pêşnirayqanûneka ji bo cihanînê bona serdestiya hikûmetê li ser çekan û sînordarkirina çekên komên çekdar bi taybet Hizbullahê heta dawiya Îsal amade bike.

Hevgavê viya encamên rapirsiyekî jî nîşan dan ku para zêde ya libnaniyan dijî jiçekirina Hizbullahê ne û ser vê bawerê ne ku artêşa Libnanê tena serê xwe nikare li hember destdirêjiyên Rejîma Siyonîst bisekine. Encamên rapirsiyekî nîşan dan ku para zêde ya libnaniyan yanî nêzî sedî 58`ê wan dijî jiçekirina Hizbullahê bêyî hebûna strarêjiyeka diyar ya berevaniyê li Libnanê ne. Eva helwêsta nîvê sunne û nêzî sê yêkê xaçparêz û para zêde ya Derûziyên Libnanê li bara jiçekirina berxwedana vî welatî ye.

Serepeyv