Hizbullah: Ewlewiyeta Libnanê bidawîanîna dagirkeriyê û rawestandina destdirêjiya Rejîma Siyonîst e
Nûnerê fraksiyona Emegdariya bo Berxwedanê li parlemaman Libnanê got ku gava yekem û ewlewiyeta wê bidawîanîna dagirkeriya Rejîma Siyonîst û rawestandina destydirêjkeriya wê ye.
Elî Feyaz û şandeke Hizbullahê bi Mîşêl Ewn Serokkomarê berê yê vî welatî re hevdîtin pêk anîn. Feyaz piştî vê hevdîtinê got: Em amade ne ku di çarçoveya rêketina Konseya Ewlehiyê ya 1701 û rêketina agirbestê ya di navbera Libnanê û rejîma Siyonîst de rewşê hilkolin.
Nûnerê Hizbullahê got: Pêngava yekemîn divê pabendbûna Rejîma Siyonîst bo vekişyana ji axa Libnanê rawestandina destdirêjkeriyan û serbestberdana girtiyan be.
Feyaz daxwaza ji Libnanê jibo pêknaîna kiryarên yekalî di çarçoveya peymana agirbestê di halekî de ku aliyê himber girîngiyê nade rêketinê şermezar kir û got: Ti garantî an nîşanên vekişînê an pabendbûna pêşerojê ji bo rawestandina destdirêjiyên Rejîma Siyonîst tunene.