Mihemed Elî Hûsî: Me gelek vebijêr bona piştgiriya ji Xezzeyê hene
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i355383-mihemed_elî_hûsî_me_gelek_vebijêr_bona_piştgiriya_ji_xezzeyê_hene
Endamê Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê bal kişand ser berdewamiya rawestana Yemenê li kêleka gelê Xezzeyê û hebûna vebijarkên zav ên hêzên çekdar ên Yemenê li dijî rejîma siyonîst û tekez kir ku Yemen dê bi tundî bersiva her êrişeke siyonîst an amerîkiyan bide.
(last modified 2025-07-17T12:29:23+00:00 )
Tîrmeh 17, 2025 12:39 Asia/Tehran
  • Mihemed Elî Hûsî: Me gelek vebijêr bona piştgiriya ji Xezzeyê hene

Endamê Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê bal kişand ser berdewamiya rawestana Yemenê li kêleka gelê Xezzeyê û hebûna vebijarkên zav ên hêzên çekdar ên Yemenê li dijî rejîma siyonîst û tekez kir ku Yemen dê bi tundî bersiva her êrişeke siyonîst an amerîkiyan bide.

Mihemed Elî El-Hûsî, endamê Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê, ragihand ku  jînosayda  ku dijminê siyonîst li Xezzeyê dike,  terorîzma  giştalî û tevkujîya berdewam e û got: Terorîzma dijminê siyonîst û cinayetên wî dijî xelkê Xezzeyê bi piştgiriya Amerîka û Ewropayê di  bêdengiya welatên erebî de cih tê.

El-Hûsî bang li welatên erebî û îslamî kir ku li dijî  cinayetên dijminê siyonîst helwestek zelal bigirin û got:  Îro êriş ser Xezze, Sûriye û Lubnanê hatiye kirin  sibê jî dora Misir, Urdun û welatên Konseya Hevkariya Kendava Farsê ye.