Endamê Hizbullahê: Çekên berxwedanê mijara neteweyî û navxweyî ne
Endamê fraksiyona Emekdariya bo Berxwedanê ya girêdayî Hizbullahê li parlemana Lubnanê tekez kir ku çekên berxwedanê mijara navxweyî û neteweyî ne û ew ê tu carî teslîmî bacxwaziya Amerîkî-Siyonîst nebin.
Hesen Îzzedîn endamê fraksiyona Emekdariya Berxwedanê li parlemana Lubnanê, got: Lubnan û bi taybetî başûrê wê, berdewam rastî destdirêjiyan tê û ev yek rê li ber aramiya wê û aramiya tevahiya herêmê digire.
Wî her wiha got: Başûrê Lubnanê berdewam rastî destdirêjiy ji aliyê Rrejîma Siyonîst ve tê û ji ber vê yekê, heya ku dijmin erd û cihên pîroz dagir bike, tevahiya welat dê rûyê aramiyê n nebîne EÎzzedîn tekez kir: Îro, Filistîn, doza wê , netewe û cihên pîroz, pîvana rastî û edaletê li cîhanê ne. Ezmûna berxwedanê ne ezmûnek demkî ye, belku ji dema karesata dagirkirina Filistînê (Nekbeyê) ve koka wê heye û ji sala 1982-an vir ve zêdetir hatiye nimandin.