Hezîran 15, 2025 17:02 Asia/Tehran
  • Yemenê êrişî Balafirgeha Al Lod a Rejîma Sîyonîst kir

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê ragihand ku wan bi mûşekê êrişî Balafirgeha Al Lod li Yafaya dagirbûyî kir.

Yehya Serî ragihand: Di çarçova alîkarîya bo gelê mezlûm ê Filistînê û têkoşerên wî gelî da û wek bersiva hibmer berdewambûna qirrkirina gelê Filistînê li Xezzeyê, Yekîneya Mûşekî ya Hêzên Çekdar ên Yemenê bi 2 mûşekên Balestîk êrişî Balafirgeha Al Lodê kir ku yek ji wan mûşeka haypersonîk a Filistîn-2 û yek jî Zilfiqar bû.

Ji tirsa vê êrişê bi milyonan sîyonîstên dagirker revîn sitargehan û geştên vê balafirgehê jî hatin sekinandin. 

Serepeyv