Hezîran 06, 2025 17:12 Asia/Tehran

Rêberê Ensarullaha Yemenê li axiftinekê bi boneya Cejna Qurbanê û Roja Erefeyê, bêdengiya hin welatên misilman li himber cinayetên li Xezzeyê rexne kiriye.

Seyîd Ebdulmelik Bedredîn El Hûsî, rêberê Ensarullaha Yemenê, tekez kiriye ku trajediya mezin a li Xezzeyê û cinayetên dagirkeran li dijî gelê Filistînê, hewcetî bi seferberiya giştî û helwesta sadiqane ya umeta Îslamî heye. Wî her wiha ser piştgiriya berdewam a Yemenê ji Xezzeyê tekez kiriye.

Seyîd Ebdulmelik Bedredîn tekez kir ku ji bilî van cinayet û xiyanetan, cinayetên Rejîma Siyonîst li Mizgevta Eqsa, Qibla yekem a misilmanan jî berdewam dikin. Seyîd Bedredîn Hûsî her wiha got: Rejîma Siyonîst ne tenê bi cinayetên dijî bi mîlyonan filistîniyan û bêparkirina wan ji mafê vegera bo welatê xwe razî nebûye lê di heman demê de, bi hevkariya eşkere ya Amerîkayê û komployek kirêt û hovane, dixweze ku bi mîlyonan filistîniyên din ji Xezzeyê û Rexê Rojava koçber bike.

Vê rejîmê bi çêkirina  bajarokên  nû yên neqanûnî erdên filistînî yên mayî li rexê Rojava zewt dike.

Rêberê Ensarullahê tekez kir:  Her roj ku derbas dibe, êş û bextreşiya gelê Filistînê zêde dibe û trajediya mezin a li Xezzeyê û cinayeta vê sedsalê ku dijminê Siyonîst li dijî gelê Filistînê dike, hewcedarê seferberiya giştî û helwesta sadiqane ya umeta Îslamî  ye.

Serepeyv